Amerîka dest bi operasyona Reqqayê dike

Hat îdîakirin ku rêvebiriya Amerîkayê ji bo operasyona Reqqayê dest bi sewkiyata leşkeran kir.
09.03.2017, Per - 07:03
Amerîka dest bi operasyona Reqqayê dike
Nuçe Belav bike

Li gorî îdîayan Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ji bo ku piştgiriya topî bide operasyona Reqqayê komandoyên hêza taybet ên peyayiyên deryayî sewkî Sûriyeyê kirine.

Li gorî nûçeyên medya Amerîkayê ku dispêre berpirsên parastinê, Amerîka wê derdora 300 leşkerî li 25-30 kîlometroyê bakurê Reqqayê bi cih bike, bi obusên M777 ku guleyên topê yên 155mm davîne û bi helîkopterên Ospreyê dê piştgiriya operasyonê bike.

Li gorî zanyariyan Amerîka ev hêza xwe ji Yekîneyên Seferî yên Deryayî li Kûweytê şandine û li herêmê ji bo parastina hêz û ekîpmanan wê hêzek bejayî jî sewk bike.

Li gorî nûçeyê, ev yekemîn e ku Amerîka bi carekê re sewkiyata leşkerî wiha mezin dike. Fermandarê Hêza Hevpar a li Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike General Stephen Townsend jî ragihandibû ku hêzeke biçûk a bejayî ji bo parastina pergala moşek a HIMARS û piştgirîdana 500 leşkerên amerîkî li Sûriyeyê wezîfê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:24