Amerîka, Dêre Zorê baregeha leşkerî ava dike!

Hat ragihandin ku Amerîka li herêma petrolê ya Dêra Zorê baregeheke leşkerî ava dike.
05.12.2017, Sal - 11:36
Amerîka, Dêre Zorê baregeha leşkerî ava dike!
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ji jêderkên QSD'ê hatine wergirtin, Amerîka li cihên ku QSD'ê ji DAIŞ'ê girtine baregehên leşkeri ava dikin. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi tevahî 11 baregehên Amerîkayê hene û niha hewl dide li herêma petrolê ya bajarê Dêra Zorê baregeheke din a leşkeri ava bike.

Rayedarekî payebilind ê Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di derbarê mijarê de ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku Amerîka di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de baregehên xwe yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê zêde dike. Wî rayedarê QSDê ev tişt gotin: "Amerîka di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de li cihên ku me ji DAIŞ'ê girtine, baregehên leşkeri ava dike. Amerîka ji bo demeke dirêj wê li Bakurê Sûriyeyê bimîne. Baregehên xwe jî di wê çarçoveyê de ava dike. Em jî avakirina baregehên leşkerî li Bakurê Sûriyeyê rast dibînin."

Wî rayedarî anî ziman ku avakirina baregehên leşkerin ji aliye Amerîkayê ve di berjewendiya wan de ye û wisa berdewam kir: "Amerîka li herêma petrolê ya bajarê Dêra Zorê, ku beriya demekê me ew der ji DAIŞ'ê girtibû, baregeheke leşkerî ava dike. Baregeh li herêma petrole ya Koniko, Tenek û Omeriyê ye. Ev herêmên petrolê li Sûriyeyê cihên herî mezin ê petrolê ne. Ev leşkeriya nû ya ku tê avakirin, wekî baregehên Kobanê û Hesekê ne mezin e. Wê baregeheke biçûk be. Xebatên avakirina vê baregehê berdewam dikin. Di demeke nêzîk de ew xebat wê biqedin."

Amerîka beriya niha li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên wekî Dêrik, Tebqa, Rimêlan, Hol, Şedadî, Kobanê, Eyn'ul Îsa, Minbic, Reqa, Hesekê û Girê Spî baregehên leşkeri ava kiribûn. Herwisa li nêzikî gundê Xerebişk ê başûrê Kobanê jî baregeheke leşkeri ya mezin ava dike.

Bajarê Dêra Zor, ku di warê petrolê de herêmeke dewlemend e, meha borî ji aliye HSDê ve, ku pêşentgiya wê YPG dike, ji destê DAIŞ'ê hatibû stendin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:59