Amerîka dîsa çek ji QSDê re şandin

Medyaya herêmî îro îniyê ragihand ku di destpêka vê hefteyê de DYAyê nifşeke nû ji çek û cebilxaneyan ji hêzên QSDê yên li bakurê Sûriyeyê re şand.
31.03.2017, Cum - 13:44
Amerîka dîsa çek ji QSDê re şandin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê, konveya alîkariya leşkerî herî kêm ji 10 navgînên zirxî pêk dihat û hêzên amerîkî pê re bûne ku diçûn ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk a hêzên kurdî pêşengiya wan dike.

Hêjayî gotinê ye ku ev çek, nifşê duyem ên çekan in ku DYAyê ji meha Rêbendana2017an ve ji hêzên kurdî re dişîne. Wiha tê bawerkirin ev çek ji bo operasyona Reqqayê tên şandin.

Operasyona Xezeba Firatê ji bo kontrolkirina Reqqayê ji mijdara borî des dest pê kiribû û hîn dewam dike ku herî dawî bendava Tebqayê di çarçoveya operasyona navborî de hatibû kontrolkirin.

Ji aliyê din ve, Fermandarê HDSê Nasir Hecî Mensûr ji Sputnikê re diyar kiribû ku emîrên DAIŞê ji Reqqayê direvin û gotibû ku dê di demeke nêz de operasyonê ji bo navenda bajarî bidin destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1607 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:04