Amerîka lîsteya çekên ku dane YPGê bi Tirkiyeyê re parve dike

Berdevkê koalîsyona dijî DAIŞê yê amerîkî general Ryan Dillon ragihand ku ew ê lîste û hurgiliyên çekên ku didin YPGê bi Tirkiyeyê re parve bikin.
02.06.2017, Cum - 05:59
Amerîka lîsteya çekên ku dane YPGê bi Tirkiyeyê re parve dike
Nuçe Belav bike

yan Dillon ji Bexdayê bi rêya telekonferans beşdarî civîna li Wezareta Berevaniya Emrîkayê (Pentagon) bû di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Jimarên reqem, miqdar û curên çek û wesayitên ku me dane YPGê em nadin raya giştî. Em qeydên wan digirin. Em digel Tirkiyê di mijara hûrgiliyan de şeffaf in û em ê hurgiliyan bi Enqereyê re parve bikin.

Generalê amerîkî Dillon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Jimarên reqem, miqdar û curên çek û wesayitên ku hatine dayîn em nikarin bi raya giştî re parve bikin. Lê em qeydiyên wan digirin. Em digel Tirkiyê di mijara hûrgiliyan de zelal in. Em ji ber sedemên operasyonel van eşkere nakin. Lewra em naxwazin rêxistina terorîst a DAIŞê çekên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bizanibe."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1674 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:57