Kongra Amerîkî, mercê 'yekparçeyiya Iraqê de hevkariya Pêşmerge' rakir!

Amerîka berdewam dibe bi hevkarî kirina leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re û Kongreya Amerîkî mercê yekperçeyîya Iraqê ji bo hevkarî kirinê radike û daxwaz ji rêveberiya welatê xwe jî dike pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike.
11.11.2017, Cts - 11:06
Kongra Amerîkî, mercê 'yekparçeyiya Iraqê de hevkariya Pêşmerge' rakir!
Nuçe Belav bike

Di projeyasaya budceya sala 2018an de, Kongreya Amerîka 365 milyon Dolar ji bo hevkariya leşkerî ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re diyar kiriye û ew mercê salên berê yê ji bo dana hevkariyê danabû (Di çarçova yekperçeyîya Iraqê de hevkariya Pêşmerge bê kirin) di projeyasaya îsal de rakir û bê merc hevkarî diyar kiriye.

Rojnameya “AL-Monitor” di raportekê de behsa wê gava Kongreya Amerîkî ya hevkarî kirina Pêşmerge kiriye û bi gohartineke girîng di helwesta Kongreyê de binav kiriye.

Ew endamê kongrê yê ku raport amade kiriye, nîgeraniya xwe ya ji bo şerê milîsên Şîe û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan daye.

Berê, gelek endamên kongreya Amerîkî bi aşkere helwestên xwe li ser êrîşa milîsên Şîe li ser Kurdistanê ragehandin û ji bilî şermezarkirina wan êrîşan, beşek ji endamên kongrê jî piştevaniya ji serxwebûna Kurdistanê re ragihandibûn.

Di wê çarçovê de, Sînatorê bi navûdeng ê Amerîkî û Serokê Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî John McCain di rojnameya New York Times de nivîsandibû û daxwaz kiribû hikûmeta Iraqê maf, azadî û aramiya Kurdistanê li ber çav bigire û mafên Kurdistanê desteber bike.

Herwiha John McCain amaje bi wê jî dabû, heger Amerîka neçar be di navbera Kurd û Şîeyên Iraqê de yekê hilbijêre, pêwîst e Kurdan hilbijêre.

Herwiha di raporta Kongreya Amerîkî de daxwaz ji rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump kiriye, pêdeçûnê di stratejiya Amerîka li Iraq û Sûriyê de bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1763 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:54