Amerîka mûşekên MANPADS radestî opozîsyona Sûriyê dike

Congres Amerîkayê piştî çend demijmêran bi ser êrîşa wî welatî li ser firokxaneya El-Şiêrat a Sûriyê biryar da ku, moşekên ji corê MANPADS ku, li djî firokeyan têne bikaranîn radestî Opozîsyona Sûriyê bike.
09.04.2017, Paz - 08:39
Amerîka mûşekên MANPADS radestî opozîsyona Sûriyê dike
Nuçe Belav bike

Congres Amerîkayê piştî çend demijmêran bi ser êrîşa wî welatî li ser firokxaneya El-Şiêrat a Sûriyê biryar da ku, moşekên ji corê MANPADS ku, li djî firokeyan têne bikaranîn radestî Opozîsyona Sûriyê bike.

Rojnameya "Post Washngton" ragehand ku, li gor pirojeyasayê ya, Congres Amerîkayê biryar li ser daye, nabe çekên wiha were radestkirin ji grûpan re, lê tenê bo dewletan têne şandin, da zanîn ku, biryara Amerîkayê guhertineke di siyastea wê de li himber Sûriyê.

Ji sala 2012an ve li cem Amerîkayê metirsiya wê yekê heye ku, ew moşek bikevin destên xirab de û biryara radestkirina wan ji aliyê Congres Amerîkayê pêwîstiya xwe bi erêniya istxbaratên wî welatî heye.

Ji aliyê xwe ve Berdevê komîteya ximeguzariyên çekdar di Congres Amerîkayê de ji heman rojnameyê re ragehand ku, aliyên pêwendîdar tekez dikin ku, radestkirina moşekên ji corê MANPADS ji Opozîsyona Sûriyê re cihê metirsiyê ye.

Piştî bombebaran kirina gundê Xan Şêxûn bi çekên kîmyawî ji aliyê rejîma Sûriyê ve, di encam de 100 kesan canê xwe ji desta dan û 500 kesên din birîndarbûn Amerîkayê êrîşeke esmanî li ser firokxaneya El- Şiêrat a Sûriyê pêkanî.




Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:43:13