Amerîka wê penaberan zûtirin waxt Dervêyî Sinorê xê bikê.

Di çarçoveya axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump a dersînorkirina penaberan ji welat de hat ragihandin ku Wezareta Ewlehî ya Navxweyî prosedora dersînorkirina penaberan zûtir dike.
20.02.2017, Pts - 08:18
Amerîka wê penaberan zûtirin waxt Dervêyî Sinorê xê bikê.
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya rojnameya McClatchyê, Wezîrê Ewlehî yê Navxweyî John Kelly amadehiya pêşnûmayeke ku penaberên bê qeydî bikaribin zûtir dersînor bikin dixebitin.

Niha li gorî qanûna heyî kesekî ku hetanî 100 milî di nava hundirû de were girtin û ketina wî nava welat 14 roj û kêmtir be têne binçavkirin û bêyî li benda pêvajoya qanûnî werin sekinandin têne dersînorkirin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku li gorî pêşnûmayê maweyê 14 rojan ku hetanî 2 salan dihate dirêjkirin û maweyê dûrbûna ji sînor jî dê were rakirin. Bi vê guherînê bi hezaran penaberên bêyî li benda pêvajoya qanûnî bimînin dê werin dersînorkirin.

Herwiha li gorî belgeyeke din ku jiterefê John Kelly ve hatiye îmzekirin, zarokekî biçûk ku bi tena sere xwe bi rêyên derqanûnî ketibe axa Amerîkayê û paşî dê û bavê wî hatibin cem wî wê di derheqê wî lêpirsîn were vekirin.

Li gorî zanyariyên berdest di 3 salên dawî de 155 hezar zarok hatine girtin û ji sedî 60ê wan paşî bi malbata xwe re hatin cem hev. Malbatên van zarokan bi tohmeta ku pere dane û zarokê xwe şandine dê werin lêkolînkirin.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1579 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:50:10