Artêşa Amerîkî ppiştî DAÎŞ'ê jî demek dirêj li Iraq û Sûriyê dimîne

Fermandarê Hêza Amerîkî li Iraqê General Paul Funk tekez kir, pêwîst e hêzên Amerîkî piştî şikestina DAIŞê li Iraqê bo demek dirêj bimîne.
28.10.2017, Cts - 14:00
Artêşa Amerîkî ppiştî DAÎŞ'ê jî demek dirêj li Iraq û Sûriyê dimîne
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên qenala “Sky News” wî generalê Amerîkî gotiye; “Mana hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê ji bo rêgirtina li pêş grûpên DAIŞê yên mayî û mîlîşyayên Îranî ye ji bo sînorekê ji wan dane.”

Herwiha got: “Hêzên Amerîka li ser erdê ji bo demeke dirêj dimîne ji bo rahênankirin û perwerdekirina hêzên navxweyî.”

Ev daxuyaniya wî fermandarê Amerîkî di demekê de ye, serkirdê di Heşda Şeibî de Qeys Xezalî di dema serdana Wezîrê Derve ya Amerîka ji Iraqê re nivîsî bû, “Piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, Pêwîst e Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:08:46