Berdevkê Koalîsyonê: Emê ligel Pêşmerge berdewam bin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dilon got ew dê li ser erka xwe ya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berdewam bin.
12.10.2017, Per - 13:23
Berdevkê Koalîsyonê: Emê ligel Pêşmerge berdewam bin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dilon axaftina xwe ya ku li gel Rûdawê pêkaniye ragihand ku, li herêmên Kurdan ê derveyê îdare Herêma Kurdistanê di navbera hêzên iraqî û Pêşmerge ti pevçûn derneketine.

Berdevama axaftina xwe de Ryan Dilon destnîşan kir ku tevî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de hene Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê dê berdewam be, li ser perwerdekirina Hêzên Pêşmerge.

Dilon herwiha anî ziman, rola Hêzên Pêşmerge di şerê Hawicê û Tilaferê de gelekî mezin bû û pirsgirêkên vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdadê de , ti bandorekê li ser hemahingiya wan ligel pêşmerge di şerê DAIŞê de çê nekirye.

Piştî ku rêxistina DAIŞê êrişê Herêma Kurdistanê kir, hêzên hevpeymaniya navdewletî biryar da Hêzên Pêşmerge perwerde bikin. Hêzên hevpeymaniyê hêj perwerdeya leşkerî dide pêşmerge.

Niha pisporên leşkerî yên ji Almanya, Brîtanya, Holanda. Îtalya, Maceristanê û Amerîkayê perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge.

Pêşmerge ji xeynî bi karanîna çekên giran fêrî şerê kolanan jî dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:28:59