Berdevkê Hevpeymanê: Em ê piştgiriya HSDê bikin

Berdevkê Hevpeymana Navneteweyî ya dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand ku wan bi aşkereyî ji Tirkiyê re gotiye ku em ê piştgriya HSDê bikin û em ê li Mınbicê bimînin.
28.01.2018, Paz - 10:48
Berdevkê Hevpeymanê: Em ê piştgiriya HSDê bikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike Ryan Dillon, da zanîn ku wan bi zelalî ji Tirkiyê re gotine ku em ê piştgiriya HSDê berdewam bikin.
Ryan Dillon beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû û bersiva pirsan da.

Dillon derbarê alîkariya çekan a ji bo HSDê de got: "Em bi berdewamî li hember DAIŞê piştgriya HSDê dikin. Wekî ku me berî niha jî gotibû em dîsa dubare dikin.; em çekên pêwist yên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê didin. Me bi awayekî zelal ev ji Tirkiyê re jî got."

Dillon aşkere kir ku dê hêzên hevpeymanê li Mınbıcê bimînin weha pê de çû: "Tirkiye pir baş dizaen bê çima hêzên koalîsyonê li wî bajarî ne. Mınbıc li vî aliyê Fıratê ye û di jêr kontrola HSDê de ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:11