Biden: Em ê sîstema mûşekî û çekên pêşketî bişînin Ukraynayê

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, welatê wî sîstema mûşekî û çek û teqemeniyên pêşketî ji bo Ukraynayê dabîn bike.
01.06.2022, Çar - 06:01
Biden: Em ê sîstema mûşekî û çekên pêşketî bişînin Ukraynayê
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, welatê wî sîstema mûşekî û çek û teqemeniyên pêşketî ji bo Ukraynayê dabîn bike, da ku bikarin armancên sereke yên Rûsyayê bêhtir lêdin.

Joe Biden ji rojnameya The New York Times re diyar kiriye, hewldanên xwe bileztir kirine ji bo şandina çek û teqemenî û sîstema mûşekî yên pêşketî bo Ukraynayê, da ku li qada şer bi ser bikevin û li ser maseya danûstandina bihêztir bibe.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir, ew Ukraynayê han nadin ku li derveyî sînorên xwe êrîş bike.

Joe Biden eşkere kir: “Ji bo ku êrîşî Amerîka û hevpeymanên me neyê kirin, em rasterast beşdarî wê milmilaniyê nabin, em şerê Rûsya û NATOyê nagerin.”

Ev di demekê de ye ku rayedarekî Wezareta Berevanî ya Amerîkayê eşkere kir, di çend rojên bê de Amerîka dê sîstema mûşekî ya Himars bide Ukraynayê, ku sîstemeke pêşketî ya Amerîkayê ye û di serkeftina Ukraynayê ya di vî şerî de dê roleke girîng bilîze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:56