Biden: Ez bawer nakim Pûtin çekên etomî bi kar bîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew bawer nake ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin çekên etomî bikar bîne.
12.10.2022, Çar - 08:01
Biden: Ez bawer nakim Pûtin çekên etomî bi kar bîne
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevpeyvîneke ligel nûçegihanê CNN Jake Tapper de, behsa siyaseta derve ya welat û hilbijartinên Amerîkayê kir

Li ser pira Jake Tapper ya "Tu bawer dike ku Putîn dê çekên etomî bikar bîne?" Biden bersiv da û got: "Ez nafikirim ku ew vê yekê bike, lê ez bêberpirsiyarî dibînim ku lîderek cîhanî, ku xwedan hêza etomî ya herî mezin li cîhanê ye, ragihîne ku dibe ku ew çekên etomî li Ukraynayê bikar bînin.”

"Ez nafikirim ku Pûtîn kesek bêaqil e"

Biden hişyariya xwe ya ku bikaranîna çekên etomî dikare bibe sedema şerekî cîhanî dubare kir û got ku bikaranîna çekên etomî li Ukraynayê dibe ku encamên "nexwestî" bi xwe re bîne.

Derbarê mijara “Pûtin têkildarî Ukraynayê bi aqilane tevdigere yan na”, Biden got: "Ez bawer nakim Pûtîn kesekî bêaqil be, tenê hesabên şaş kiriye. Wî wisa fikir dikir ku li Ukraynayê her kes dê wî hembêz bike."

"Ti sedemek nîne ez hevdîtina bi Pûtîn re bikim"

Li ser pirsa “gelo tu di Lûtkeya G20ê ya meha bê de bi Pûtîn re bicive yan na?” Biden got, "Ez niha ti sedemekê nabînim ku bi Pûtîn re hevdîtinê bikim."

Biden diyar kir ku eger bi Pûtîn re mijarekê biaxive, ew jî dê li ser berdana basketbolvanê Amerîkî Brittney Griner ê li Rûsyayê girtî be û got, "Bêyî Ukraynayê ez dê bi Rûsyayê re li ser Ukraynayê nîqaşê nekim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:21