Biden serdana Erebistana Siûdî dike

Medyaya Amerîkayê ragihand, Serokê Amerîkayê Jeo Biden di vê mehê de serdana Erebistana Siûdî dike.
03.06.2022, Cum - 10:31
Biden serdana Erebistana Siûdî dike
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên medyaya Amerîkayê, Joe Biden piştî çend demjimêr ji zêdekirina berhema petrolê ji aliyê Erebistanê ve, biryar da serdana Erebistana Siûdî bike.

Rojnameya The New York Times li ser vê mijarê eşkere kir, Joe Biden di vê mehê de dê serdana Erebistanê bike, ji bilî vê, di vê meha Hezîranê de Biden dê beşdarî Lûtkeya NATO ya li Îspanyayê û Lûtkeya G7 a li Almanyayê bibe, dibe ku vê mehê biçe Îsraîlê jî.

Herwiha hat eşkerekirin, Joe Biden ji bo destxweşiya li zêdekirina rêjeya hinardeya petrolê û ragihandina agirbestê ligel Hûsiyên Yemenê, serdana rayedarên Erebistanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:47