Biden xwe ji pêşbirka hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê vekêşa

Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar da ji dubare xwekandîdkirinê wekî hilbijartiyê Demokratan ji bo postê Serokatiya Amerîkayê vebikêşe.
22.07.2024, Pts - 10:35
Biden xwe ji pêşbirka hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê vekêşa
Nuçe Belav bike

Joe Biden duh di nameyeke vekirî de vekêşana xwe ji pêşbirka hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ragehand û amaje da ku, di demeke din a vê heftiyê de zêdetir li ser wê biryarê diaxive.

Biden di nameya xwe de amaje daye karên xwe yên sê sal û nîvên borî wekî Serokê Amerîkayê û ragehand ku, ew şanaziyeke mezin a jiyana wî bû ku wekî serokê karî xizmeta Amerîkayîyan bike.

Biden herwesa behs jî kir ku, niha Amerîka xwediya bihêztirîn abor e li cîhanê û weberhênana dîrokî di avakirina neteweyan de kiriye, herwesa kar ji bo kêmkirina bihayê dermanan ji bo kesên biemir kir, herwesa berfirehkirina çavdêriya tendirustiyê ya guncayî ji bo Amerîkayîyan kiriye û ji bo cara yekê jineke Amerîkayî ya çerim reş ji bo dadgeha bilind destnîşan kiriye.

Navbirî herwesa nivîsiye, ew tiştên bi dest ve hatine bê piştevaniya gelê Amerîkayê nedihat kirin. Herwesa behsa pejîka Koronayê û qeyranên cîhanî kiriye û ragehandiye ku, karîne bi awayekî serkeftî derbaz bikin. Herwesa Biden tekez kiriye ku demokrasiya welatê xwe parastiye û kariye hevpeymaniya welatê xwe li seranserî cîhanê bihêz bike.

Serokê Amerîkayê di nameya xwe de ji gelê Amerîkayê re gotiye ku, mezintirîn şanaziya jiyana wî bûye ku wekî serok xizmeta gelê xwe bike û merema wî ew bû ku dubare xwe kandîd kiriba, lê di berjewendiya partiya wî û welatê wî de ye ku destan jê berde û bala wî tenê dê li ser bicihanîna erkên wî be, ew dema ku maye wekî Serokê Amerîkayê.

Biden eşkere jî kir ku, li dawiya vê heftiyê bi hûrî behsa naverokê wê biryarê ji gelê Amerîkayê re dike û spasiya hemî wan kesan kiriye yên ku di dema borî de kar ji bo dubare hilbijartina wî kiriye, herwesa spasiya Camala Haris kiriye ku di karên wî de wekî Cîgira Serokî pişkar bûye.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:19:04