Aram Gelalî sala 1982an ji dayik bûye û dawiya sala 1997an koçî Swêdê kiriye.
Doçentê Zanîngeha Harvardê Aram Gelalî got:
“Ez li Silêmaniyê ji dayik bûm, mixabin bavê min dema ez zarok bûm şehîd ket.
Piştî wê rewşa Kurdistanê xirab bû û şerê navxweyî dest pê kir, ji ber vê rewşê me biryar da ku em ji Kurdistanê derkevin. Me berê xwe da welatê Swêdê. Em di rêyeke zehmet ve çûn û me bi zorê xwe gihande wir.”
Ew li Swêdê xwe fêrî ziman bû û çû dibistanê, wan xwest ku wî bişînin xwendineke pîşeyî ku zû dest bi kar bike lê wî israr kir ku zanistê bixwîne û bi pêş bikeve.
Aram Gelalî li ser jiyanê û xwendina xwe got:
“Wan dixwest me bişînin wan zanîngehên ku ji bo karên wek elektrîk, otomobîl, perestyarî û hwd. amade dikin lê min gelekî hewl da ku ez biçim zanîngeha zanistê. Wan got biyanî naçin zanîngeha zanistê, nabe, xwendekarên herî baş ên Swêdê diçin wê beşê, dereceya te jî nîne.
Min hewl da reqemên baş wergirim, yên din ne girîng bûn. Mamoste got em ê te têxin polê heta ezmûnên mehane dibin ku îmtîhanên mehane bûn û tu yê bixwe bi girî vegerî û tu dê min bişîne cihekî din.
Ezmûna yekem a fîzîkê bû, min di waneyê de reqema herî bilind wergirt. Mamoste got, tu lal î û zimên nizanî te çawa ew reqem bi dest xist. Min got ez lal im lê dikarim binivîsim. Êdî bi vî awayî navê min nivîsî di beşê de û min li Swêdê dest bi zanîngeha zanistê kir.”
Rêwîtiya zanistiyê ya Gelalî bi vê gavê dest pê kir, di heman demê du beşên lîsansê xwendine, yek di biyokîmyayê de û ya din jî di warê biyoteknolojiyê de. Di wê navberê de navê wî di Zanîngeha Bijîşkî ya Brîtanyayê de derdikeve lê ji ber nebûna belgeyên rêwîtiyê û welatînameya Swêdê ji wê xwendina xwe bê par dimîne lê li Swêdê xwendina xwe berdewam dike.
Aram Gelalî her wiha anî ziman, “Piştre min du masterên cûda jî xwendin, yek li ser vedîtin û nûjenkirina dermanên nû, ya duyemîn li ser xweparastina ji penceşêrê bû. Min ji xwendinê hez dikir ji ber wê ez çûm zanîngeha endezyariyê.
Piştre ez çûm Zanîngeha Karolinskayê ya li Stockholmê ya Swêdê, li wir min doktoraya xwe li ser hevahengî û pêwendiya genên kujer xwend ku şaneyên penceşêrê çawa dikarin zindî bimînin û piştre mezin bibin û belav bibin. Îca wê demê min postdoktoraya xwe yekem li ser pîsbûna jîngehê kir ku di jîngeheke pîs de em çawa xwiya dibin. Tevî komek madeyên ku çawa nexweşiyê çê dikin bala min li ser penceşêr, astim û alerjiyan bû.”
Wî ji bo lêkolîn û xebatên xwe yên zanistî di van salên dawî de çend xelat wergirtine, di nav wan de du xelat ji malbata Şahaneya Swêdê salên 2011 û 2012an, xelatek ji Komeleya Penceşêra Zarokan a Swêdê sala 2018an û xelatek ji Weqfa Zanista Bijîşkiyê ya Amerîkayî-Swêdî wergirtiye ku kesên herî serkeftî yên li Amerîka, Kanada û Swêdê werdigirin.
Sala 2021ê ji bo lêkolîneke xwe yî zanistî Xelata Komeleya Penceşêrê ya Amerîkayî wergirt. Her ew xelat bû sedema vexwendineke ji Zanîngeha Harvardê ya li Bostonê ya Amerîkayê.
Aram Gelalî herwiha got, “Wan xwest ez ji bo postdoktorayê bême Amerîkayê lê min ji ber hinek sedemên şexsî û taybet nikarîbû werim. Min sala 2017an ji bo postdoktoraya xwe ya duyemîn bi kêfxweşî biryar da ku hemû lêkolînên xwe yên zanistî ji Karolinskayê (Swêd) derbasî Harvardê bikim û min li vir dest bi postdoktoraya xwe ya duyemîn a li ser peydakirina dermanên nû kir.
Dema ku nexweş gelekî lawaz be, penceşêr di laşê wî de belav bûbe û di piraniya laşê wî de kist û tumor belav bûbin, mixabin di vê qonaxa penceşêrê de derman gelekî kêm in. Min postdoktoraya xwe ya duyemîn li ser vê kir û ez ji ber vê hatim.”
Dr. Aram, bi Kurdbûna xwe gelekî serbilind e. Ew dixwazê li zankoyên li Kurdistanê çend kursan bide û xizmetê ji gelê xwe re jî bike. Wî berê bi rêya VIMê ji bo Kurdan hinek proje çêkirinê û çavê wî li projeyên meztir e.
Dr. Aram di vê laboratuarê de rojane çend saetan dixebite û dermanekî ji bo penceşêra mejiyê zarokan a ku gihaye qonaxeke metirsîdar çêdike.
Dr. Aram Gelalî wiha berdewam kir, “Xebata min zêdetir li ser penceşêra belavbûyî ye. Wekî ku min behs kir nexweş qels e û penceşêr li piraniya deverên laşê wî belav bûye. Êdî me navê ew şaneyên ku biryarê didin xwe biguhêzine beşeke din a laş cihê xwe biguherin.
Ev şane, ji şaneyên din cudatir e. Em dixwazin wê cudahiyê bibînin, fêhm bikin û dermanekî ji wan cudahiyan re amade bikin.”
Dr. Aram herwiha berdewam kir, “Me ji bo penceşêra mêjiyê zarokan li ser şane û ajelan ceribandin kirine. Ku me cudahî dît û derman bi kar anî berê nexweşî disekine, piştre jî belavbûna wê ya di laş de. Weke mînak derbasî piştê û beşên din ên laş nabe. Em niha hewl didin dermanê xwe baştir bikin û li ser mirovan biceribînin.”
Dr. Aram Gelalî got, “Niha li Harvardê li serê dixebitin, hinek navend hene ku wê rêbaza min bi kar tînin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê çend salê pêşiya me dermanên nû pêşkêşî nexweşan bikin.”
Her sal gelek xwenddekarên Harvardê li cem Dr. Aram dersan dixwînin û dersên laboratuarê werdigirin. Tevên van karên wî û bi taybetî jî keşfên wî yên di qada penceşêrê de bûne hokar ku ji aliyê Zanîngeha Harvardê ve bi “Xelata Mêjiyê Herî Rewşen ê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê” were xelatkirin.
Dr. Aram, li ser xelata xwe wiha got, “Ev xelat, sala 2014an ji aliyê Hakimê Dubaiyê Şêx Mihemed Bin Xelîfe El Mektûm ve hatiye organîzekirin lê ji aliyê Zanîngeha Harvardê ve tê dayîn. Harvard, vê xelatê her sal dide kesên herî serkeftî yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Ev xelat tenê di qadên zanista tibî de tê dayîn. Ez gelekî kêfxweş im ku min sala 2023yan ev xelat wergirt.”
Karên Dr. Aram, li Zanîngeha Harvardê binavûdeng in di qadên zanista tibî û têkoşîna li dijî kansêrê de behsa wî tê kirin.
Dr. Victor Feptoriyê ku Zanîngeha Harvardê pispor e, li ser Dr. Aram got, “Keşfên bêhempa û lêkolînên nûjen ên Aram bi rastî jî awayê dîtina zanistî ya kanserê guheriye. Ji ber vê jî li Ewropa û Amerîkayê hatiye xelatkirin. Ez bawer dikim ku wê yekê armancên xwe yên jiyanê ku başkirina şertên jiyana nexweşên penceşêrê ye bibe serî.”
Daniel Peterê ku li heman zanîngehê ye jî li ser Dr. Aram Gelalî wiha got, “Dibe ku keşfên mezin pênc, deh, pazdeh salan biajon lê wî di van du salên ku li ser penceşêra mêjî xebitî pêşveçûnên berbiçav kirin. Ev yek ji bo kesên ku bi vê nexweşiyê ketine gelekî girîng e. Ji ber vê yekê xebatên wî bi rastî bibandor in û ji ber ku ez dizanim ew ê di qadê de cûdahiyeke mezin çêbikin ez li benda encamên xebatên wî me.”
Li gel ku bavê wî nebûye, di şertên zehmet ên koçberiyê de mayê û ji welatê xwe dûr ketiye jî Dr. Aram Gelalî dev ji xebat û lêkolînên xwe bernedaye.
Ew, niha hêviya nexweşên penceşêrê ye û Zanîngeha Harvardê jî li hêviya encamên xebatên wî yên bêhempa ye.