Brett McGurk çû Silêmaniyê

Brett McGurk Nûnerê Amerîka yê li Hevpeymana Navdewletî dijî DAIŞê çû Silêmaniyê û ligel Hêro Ehmed Îbrahîm, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê civiya.
13.09.2017, Çar - 11:24
Brett McGurk çû Silêmaniyê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera Rûdawê li ser navê şanda YNKê Bafil Talebanî, Lahor Şêx Cengî û herwisa Douglas Silliman, Balyozê Amerîka yê li Bexdayê û Ken Gross Konsolosê Amerîka yê li Hewlêrê jî beşdarî civînê bûn.

McGurk şeva borî jî ligel Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê civiyabû û biryar e ku îro serdana Hewlêrê jî bike û daxwaza paşxistina referandûma serxwebûnê bike.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1669 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:55