Cook: Biryara biçekkirina YPGê Amerîka û Tirkiyê bi hev re daye

Pisporê Tirkiyê yê Konseya Pêwendîyên Derve yê Dezgeha Ramyarî ya Amerîkî Steven Cook, da xuyakirin ku mirov pê şaş namîne ku Amerîka ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li şûna artêşa Tirkiyê çekan dide YPGê.
28.05.2017, Paz - 11:34
Cook: Biryara biçekkirina YPGê Amerîka û Tirkiyê bi hev re daye
Nuçe Belav bike

Pisporê Tirkiyê Cook, ji beşa tirkî ya Dengê Amerîka re ragihand, li meha Hezîrana 2014an rêveberîya Amerîkayê ji bo têkoşîna dijî DAIŞê daxwaz ji Tirkiye kiriye pê re bixebite, lê Tirkiyê ew red kirine û loma jî Amerîkayê biryar daye bi hêzên kurdî (YPG) yên dilxwaz re li Sûriyê hevkarîyê bike.

Cook wiha wiha got: "Heke em vegerin Hezîrana 2014an dema ku Serok Obama li erdê ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li hevalbendan digerîya, Tirkiyê ji ber hinek hincetên li gorî xwe, biryar da ku ev ne li gor berjewendîyê wan e. Loma jî Amerîka neçar ma hevalbendên din ji xwe re peyde bike. Û dema ku dît kurdên li herêmê dilxwaz in, hevkarîya artêşa Amerîkayê bi YPGê re destpê kir."

Steven Cook di berdewamê de destnîşan kir, "A rast Tirkiyê bi awayekî biryar da ku Amerîka bi YPGê re hevakarîyê bike. Lewra di sala 2014an nexwestin bi Amerîkayê re kar bikin. Gotin, em naxwazin di nav vî şerî de hebin û piştgirî nedan stratejîya ku guhertina rejîma Sûrîyê tê de tune be. Nexwestin li bajarên wan xwîn birije û ev jî baş tê fahmkirin. Herwiha bi awayekî eşkere gotin ku ji bo wan şerê dijî neteweperestîya Kurdan li pêşîya her tiştî ye."

Pisporê Amerîkî herwiha da zanîn, doza Reza Seraf a li Amerîkayê ji radestkirina serokê FETOyê Fethullah Gulen girîngtir e ji bo Tirkiyê.

Cook got, di hevdîtina Erdogan û Trump a Washingtonê de, ne ji hêla biçekkirina YPGê de, ne jî di mijarên doza Seraf û radestikirina Gulen de ti gaveke li gor daxwazên Tirkiyê nehatîye avêtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1777 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:08