CPT: Tirkiyê dixwaze bingehên serbazî li Herêma Kurdistanê saz bike

Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) diyar kir ku Tirkiye bi operasyona Pence-Kilîl dixwaze 5 bingehên din ên serbazî di nav axa Herêma Kurdistanê de ava bike.
21.04.2022, Per - 09:36
CPT: Tirkiyê dixwaze  bingehên serbazî li Herêma Kurdistanê saz bike
Nuçe Belav bike

Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) li Herêma Kurdistanê, ragihand ku ji destpêka operasyona Pence-Kilîd ve 11 xanî û otomobîlên sivîlan zirar dîtine û ziyan li cotkaran jî bûye.

Endamê CPT yê li Herêma Kurdistanê Kameran Osman li ser operasyona Pence-Kilîl ya ku di 18ê Nîsana 2022an de dest pê kir, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Çend cihên xelkê navçeya Berwarî Bala û deverên şer ziyan dîtine, di nav wan de 11 xanî û çend otomobîl jî hene û sektora geştyariyê zirar ditîye, gelek cotkarên herêmî û kesên ku giyayên biharê berhev dikin niha nikarin bigihîjin wan deran û zirarmend in."

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) li Herêma Kurdistanê, Tirkiyê hêzên xwe yên serbazî bi helîkopteran li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Kurejaro bi cih kiriye.

CPT'ê di daxuyaniya xwe de got, "Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 19 kîlometreyan ketiye nava sînorê Şêladizê ya Herêma Kurdistanê û hewl dide 5 bingehên serbazî li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndar, Ars Fars, Werxelê û Kurejaro ava bike."

CPT ya Amerîkî diyar kir, ji roja destpêkirina operasyona Pence-Kilîl ve, Hêzên Hewayî yên Tirkiyê bi giranî herêmên Avaşîn, Basya, Zap, Kurejaro, Metîna û gundên herêma Berwarî Bala bi alîkariya helîkopter û dronan bombebaran kiriye û li wan herêman şer berdewam dike.

Her wiha Di 29 salên borî de 380 gundên parêzgeha Duhokê ya sînorî ji ber şerê navbera Tirkiye û PKKê hatine valakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 808 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:25