Dê Amerîka ji bo Sûriyê li ser Rûsya û Îranê fişarê bike

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ragihand, dê Washington ji bo rewşa Sûriyê fişarê li ser Rûsya û Îran bidomîne.
02.04.2017, Paz - 16:44
Dê Amerîka ji bo Sûriyê li ser Rûsya û Îranê fişarê bike
Nuçe Belav bike

Haley ji televizyoneke Amerîkî re ragihand, ‘Divê em fişara li ser Rûsya û Îranê bidomînin. Divê Rûsya bizane ku mayîna li ser deshilatê ya Esad gelekî bi xeter e û em dixwazin bandorê li ser rewşa Îranê ya Sûriyê bike. Herwiha em dixwazin Esad ji ber sûcên ku kirine, li ber dadê were darizandin."

Nûnera Amerîkî Haley herwiha helwesta Washingtonê dubare kir ku divê Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad ji deshilatê were kişandin.

Rûsyayê jî gelek caran gotibû, divê gelê Sûriyê biryarê li ser mayîn û çûyîna Esad bide.

sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:37:59