Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê axivîn.
Koşka Spî eşkere kir ku pêwendiyên her du serokan dê berdewam bikin.
Trump daxuyaniya derbarê vê hevdîtinê de di hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Social de belav kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja berê ragihand ku ew dê 19ê Gulanê saet 17:00an (Bi dema Hewlêrê) bi Putin re bi rêya telefonê biaxive û dê pê re li ser agirbest û bazirganiyê nîqaşan bike.
Serokê Amerîkayê hêviya xwe anî ziman ku piştî dan û standinan dê li Ukraynayê agirbestek pêk were.
Trump dê îro bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û "endamên curbecur ên NATOyê" re jî dan û stanan bike.
Li aliyê din Kremlinê jî piştrast kir ku ji bo roja duşemê amadehiyên hevdîtineke telefonî ya di navbera Putin û Trump de tên kirin.
Hat zanîn ku karbidestên Amerîkî hevtayên xwe yên Yekîtiya Ewropayê hişyar kirine ku eger Rûsya tawîzan nede, Donald Trump difikire pêşnûmeqanûneke cezayan a ku ji hêla Senatorê Komarparêz Lindsey Graham ve hatiye amadekirin derbas bike.