Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûriyê

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dibêje, qet peymana dewleta Kurdî nedane Kurdên Rojava û ji ‎wan re negotine ku li dijî Tirkiyê berevaniyê li wan dikin.
08.12.2019, Paz - 11:52
Esper: Me qet peymana dewleta serbixwe nedaye Kurdên Sûriyê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper, li wilayeta Kaliforniya mêvanê Foruma Brevaniya ‎Niştimanî ya Reagen û pêşkeşkar jê pirsî heta çi astekî hestpê dikin ku we xiyanet li Kurdan ‎kiriye ku li Sûriyê ew bi tenê hiştin.‎

Mark Esper got, di warê taktîkî de hest bi wê yekê dikin, lê dibêje wan bo berjewendiyeke hevbeş ‎piştgiriya HSDê kirin û ew berjewendî jî têkşikandina DAIŞê bû.

Esper diyar kir ku li gor wî êrîşa Tirkiyê ‎bo ser Rojavayê Kurdistanê xelet bû û karên wan ligel HSDê berdewam dibin.‎

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wiha axivî: ‎“Bêguman di warê teknîkî de hest bi wê yekê dikin, ligel wan bûn û bi hevre di şerê dijî DAIŞê ‎me xwîn rijand, lê eger em ji dûr ve temaşe bikin, em çûn wê derê bo berjewendiyeke hevbeş, ‎berjewendiya hevbeş têkşikandina DAIŞê bû, bêguman axeke zêde ket bin kontrola DAIŞê û ‎gelek qurbanî jî bûn para HSDê di şerê dijî wê grûpê de, me lingê xwe danî wê derê û yekgirtina ‎me bû sedema têkşikandineke mezin a fizîkî ya DAIŞê.”

Di berdeamiya axavtina xwe de Esper anî ziman ku wan qet negotiye ew li vê derê ne daku ‎HSD dewleteke Kurdî ya serbixwe rabigihînin û wiha pê de çû: “Qet me negotiye dijî Tirkiyê berevaniyê li we dikin ‎ku 70ê sal e hevpeymanê NATOyê ye, fermandarên me jî ew peyam gihandine me, lê em îro ji ‎nêzîk ve ligel wan kar dikin, me ew hevbeşî parastiye. Niha baştir ji sînorê wê hevbeşiyê fam ‎dikin û dizanin heta bi ku diçin. Bi baweriya min Tirkiyê bi xwe, xwe xistiye wê pêgehê ku zerar ‎bigihiyê, ew êrîşa ku bo ser bakurê Sûriyê kir, bi baweriya min xelet bû. Em di wê baweriyê de ‎bûn ku dibe sedema reva DAIŞiyên girtî û çêbûna tevlîheviyê li navçeyê, me hinek ji wan tiştan ‎dîtin.”‎

Xwepêşanderên Iraqî daxwaz dikin Îran ji Iraqê derkeve

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê herwiha ragihand, ku beşek ji xwepêşanderên Iraqî ji xeynî wêya dijî ‎xizmetguzariyên kêm xwepêşandana dikin, hevdem daxwaz dikin ku Îran ji welatê wan derkeve.‎

Mark Esper diyar kir ku ew bi vê rewşa Iraqê ne kêfxweş in û naxwazin ‎jî welat ji ber vê yekê birûxe û got: “Ew xelk e û daxwaz dikin Îran û grûpên milîşiya yên Şîe ji welat ‎derkevin.”‎

Esper da zanîn ku li ser piştgirîkirina Iraqê berdewam dibin û got, çend ‎caran dîtine mûşek li nêzîkê balyozxaneya wan a Bexdayê ketine xwarê û ew nîşana wê yekê ye ku bi ‎asanî destê Îranê digihe wan.‎

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wiha axivî: ‎“Nêzîkî çar hefte berî niha li Iraqê bûm, ligel serokwezîr civiyam, wê demê em li ser gelek mijaran ‎axifîn, min piştrast kir ku em rêzê li serweriya axa Iraqê digirin, em li wê derê ne ji bo di warê rahênan û ‎rawêjkarî de hevkariya Iraqê bikin daku Îran û grûpên milîşiya yên Şîe ji wî welatî dûr bixin, tişta îro li ser ‎cadeyan tê dîtin, xelk e li seranserê Iraqê xwepêşandanan dijî çend pirsgirêkan dikin wek bêkarî û krîza ‎aborî, lê ew dibêjin jî ku dixwazin Îran ji welatê wan derkeve, ev nîşaneyên xuya ne di navbera du ‎welatên Şîenişîn de, hebûna wê tevlîheviyê li nav hikûmetê ne tiştekî baş e. Lê ew jî hewlên xwe didin, ‎em naxwazin bibînin Iraq birûxe. Ew hevbeşên me yên baş bûn. Em dixwazin wek awayê niha li ser ‎piştgirîkirina wan berdewam bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:32