Komîteya Hêzên çekdar di Civata Nwênerên Emerîkayê de, li gel wezîrê berevanîya Emerîkayê Mark Êsper û serok erkanê Hêzên Hevpişkên Emerîkayê, Mark Mîlî civîya.
Di wê civînê de, Mark Mîlî ragehand, bo ji navbirina Daişê, divê ew berdewamîyê bidin karê xwwe li gel hêzên Îraqî û HSDyî li deverê. Bi gotina wî, ew alîyêne ewên ku zanîyarîyan pêşkêşî wan dikin û lêdanan pêk dihînîn.
Mîlî tekez kir, heke ew di wî karî de şikestê bihînin, rêkxistina Daişê careka dî dê vegere û careka dî dê bibe gef li ser berjewendîyên Emerîkayê.
Ji alîyê xwe ve, wezîrê bergirîya Emerîkayê ragehand, erkê wan yê sereke ji navbirina yekcarîya Daişêye û ew li gel hêzên Sûriya Demokrat evî karî dikin. Bi gotina wî HSD hevpişkek giring bû wek hêzeke bejahî ku bikare li ser erdê şer bike.
Êsper got jî: Ew piştîvanîya asamanî û zanyarîyên hewlgirîyê ji HSDyê re peyda dikin daku alîkarîya wan bike bo ji navbirina Daişê.