FARC tevlê siyasetê dibe

Hêzên Şoreşgerên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) ji bo di têkoşîna siyasî ya welêt de cî bigre partiyê ava dike. Biyara e rêxistinê di 1ê îlonê de partiyê îlan bike.
25.07.2017, Sal - 10:39
FARC tevlê siyasetê dibe
Nuçe Belav bike

Ji rêveberên FARCê Ivan Marquez û Carlos Antonio Lozada ku bi hikûmetê re peymana aştiyê çêkirin û dev ji çekan berda derbarê xebatên avakirina partiyê de daxuyanî da.

Ivan Marquez ku di hevdîtinên hikûmet û rêxistinê de sermizakerevanî dikir diyar kir ku ewê di dawiya tebaxê da kongreya avakirinê ya ku rêveberiyê û nexşerêyê eşkere dike li dar bixin.

Marquez destnîşan kir ku ew dê di 1ê îlonê de li Meydana Bolîvarê ya dîrokî ya li Bogotayê partiyê îlan bikin.

Marquez bal kişand ser niqaşên der barê pêkanîna peymana aştiyê yên li Kongreya Kolombiyayê de û got, "Hêviya min ew e ku Kongre li gor peymana aştiyê ya ku civak bi hesreta wê ye tevbigere."

Marquez diyar kir ku êdî di sûîqestên van demên dawîn ên li dijî serokên herêmî de gerîlayên FARCê jî dibin hedef û got ku ew ji ber vê yekê bi fikar in.

Yekîneya Defensoria del Puebloya girêdayî Serokatiya Dewletê ya ku li ser mafên mirovan dixebite diyar kiribû ku ji destpêkirina pêvajoya çekdanînê hetanî îro 5 endamên FARCê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:08