Generalê Amerîkî: Mafê kurdan heye xwe biparêzin

Generalê malnişîn ê Amerîkayê Ernie Audino dibêje, mafê kurdan heye li hember êrîşên Heşda Şeibî berevaniya xwe bikin û eger pêwîst be Amerîka jî dikare hevkariya wan bike.
16.10.2017, Pts - 09:52
Generalê Amerîkî: Mafê kurdan heye xwe biparêzin
Nuçe Belav bike

Generalê malnişîn ê Amerîkayê Ernie Audino derbarê rewşa Kerkûkê û êrîşên Hedşa Şeibî de ji Rûdawê re axifî û got: “Amerîkayê ji bo wê yekê çek nedaye Iraqê da ku êrîş bike ser gelê kurd. Mafê pêşmerge heye xwe biparêze.”

Bi nêrîna Audino eger êrîşên Heşda Şeibî berdewam bikin dê Amerîka helwest werbigre û qebûl nake bi serpereştiya Îranê li hember Kerkûkê êrîşeke wiha çêbibe.

Generalê malnişîn ê amerîkî got: “Amerîka naxwaze bi lezgînî were nav mijarê. Dixwaze bibîne ka Hewlêr dikare berevaniya xwe bike yan ne. Ez piştrast im, ku dê rêveberiya Trump vê helwesta Bexdayê qebûl neke.”

Ernie Audino got: “Misogere, ku Îran dixwaze Amerîkayê ji Iraqê derbixe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:12