Generalê Amerîkî: Îran zilma li ser kurdan berdewam dike

Generalê malnişîn ê Amerîkayê ragehand, ku Îran zilm û zexta li ser kurdên Kurdistana rojhilat berdewam dike.
22.12.2016, Per - 11:26
Generalê Amerîkî: Îran zilma li ser kurdan berdewam dike
General Ernie Audino
Nuçe Belav bike

Generalê malnişîna ango teqawîdbûyî Ernie Audino di tora xwe ya civakî a facebookê de ragehand, PDK-Îran yek ji wan partî û aliyaneye ku li dijî zilma Îranê rawestaye.

Audino amaje bi vê yekê kir, ku gelê kurd di şerê cîhanê yê duyem de derfetên bo derketin pêş li bajarê Muhabadê û di pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed ê serokomarê wê dewletê helbijartin û dewleta xwe ava kirin.

Herwaha wî generalê Amerîkayê amaje bi rola qehremanî ya Pêşewa Qazî Mihemed kiriye û nivîsandiye: ‘’Qazî Mihemed jiyana xwe kire qurban ji bo silametiya gelê xwe û ew bixwe li gel çend kesên din hatin darve kirin.’’

Li gor general Ernie Audino konferansa zankoya Amerîkayê li Kurdistanê a Duhokê derbarê serxwebûna Kurdistana başûr de, li gel sekreterê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA) Mistefa Hicrî hevdîtinek pêkaniye û dibêje: ‘’Diyare ev yekem konferanse dîrokê de bi aşkera serxwebûna kurdên Iraqê tê gotûbêj kirin.’’

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 2929 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:37:11