Hevpeymanî hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêde dike

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Minbica bakurê Sûriyeyê zêde dike û ev jî peyamek e ji bo Tirkiyeyê.
11.02.2018, Paz - 12:58
Hevpeymanî hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyeyê zêde dike
Nuçe Belav bike

Li gorî kanala Kurdistan 24ê, Derwîşî gotiye: Zêdekirina Amerîkayê ji hebûna xwe ya leşkerî ya li Minbicê û daxuyaniyên fermandarên leşkerî yên amerîkî di dema serdana me de, peyameke eşkere ye ji bo her kesê bifikire ku êrîşî Minbicê bike."

Herwiha fermandarê HSDê gotiye: "Em eşkere dibêjin…hevalbendiya me bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re berdewam be û piştî gefên Tirkiyeyê xurttir li ser rojhilatê Firatê û bi taybetî Minbicê xurttir bûye.

Şandeyeke leşkerî ya payebilind berî çend rojan serdana Minbicê liribû û fermandarên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk(HSD) kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:11