Ji Amerîkayê banga Rojava

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand “Divê demildest aloziya li bakurê Sûriyê bê kêmkirin.”
27.07.2022, Çar - 05:32
Ji Amerîkayê banga Rojava
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser pirsa peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zale ya derbarê rewşa Sûriyê got "Em daxwaz dikin ku demildest rageşiya li Bakurê Sûriyeyê were kêmkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo xurtkirina îstiqrara Sûriyeyê girîng e hemû alî rêzê li herêma agirbestê ya heyî bigirin. Girîng e hemû alî ber bi lihevkirinê ve biçin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê bal kişand ser 'fikarên kûr' li ser egera ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê.

Ned Price lê zêde kir û got "Me nîgeraniya xwe ya taybet diyar kir ku her operasyoneke mezin a nû dikare destkeftiyên koalîsyona navneteweyî ku di salên dawî de bi dest xistiye têk bide. Tiştekî wiha dikare bandoreke mirovî jî li ser sivîlên herêmê bike."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1052 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:31