Ji Fermandarê Amerîkî bo dayîna çekên YPGê daxuyanî

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Mîralay John Dorrian ragihand, dibe ku belavkirina beşek ji çekên bo YPGê destpê kiriye û dê ew çêk piştî bidawîbûna têkoşîna dijî DAIŞê paşve neyên standin.
11.05.2017, Per - 05:37
Ji Fermandarê Amerîkî bo dayîna çekên YPGê daxuyanî
Nuçe Belav bike

Fermandarê Amerîkî Dorrian bi rêya vîdyo konferansê li Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser operasyonên dijî DAIŞê nirxandin kirin.

Dorrian li ser biryara şandina çekan bo YPGê ji aliyê Amerîkayê ve wiha axivî: "Beşek ji çekên werin dayîn ji xwe li herêmê ne û dibe ku belavkirina beşek ji wan çekan bilez destpê kiriye jî. Biryara doh biryara erkdarkirinê bû. Dê ev hewildan berdewam bike."

John Dorrian diyar kir, çekên tên dayîn ji bo operasyona Reqqayê ji HSDê re tên dayîn ku YPG hêza herî mezin a di nav de ye.

Dorrian da zanîn, dê belavkirina beşek ji wan çekan bilez destpê bike û Amerîka dê çekên din jî veguhêze herêmê.

Fermandarê Amerîkî da xuyakirin ku ji bilî çekên biçûk dê ji bo rûxandina wesayîtên zirxî yên DAIŞê çekên mîna antî-tank jî werin şandin.

Dorrian herwiha destnîşan kir ku dê ew çekên bên dayîn piştî têkbirina DAIŞê ji HSDê neyên standin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:07