Ji NATOyê piştgiriya hevkariya leşkerî yên tirk û rûsî
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku berdewan kirina têkiliyên leşkerî ya li Sûriyeyê yên Rûsya û Tirkiyeyê gelek girîng e.
02.03.2017, Per - 17:10
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku ji bo rewşên xetere di dema operasyonên li Sûriyeyê neyên jiyandin, têkiliya leşkerî yên Rûsya û Tirkiyeyê gelek girîng e.
Stoltenberg, li Cenevê axivî û destnîşan kir ku "Tirkiye li bakurê Sûriyeyê operasyonan pêk tîne. Li heman herêmê leşkerên rûsî jî çalakiyan pêk tînin. Ji bo bûyerên xemgîn û qeza pêk neyên gelek girîng e."
Sekreterê NATOyê Stoltenberg bo vê yekê têkiliyên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyeyê rîska fêmkirina şaşî kêm dike û ji ber vê yekê, divê piştgiriya têkiliya di navbera her du welatan de bê kirin.
sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:50:39