Ji nûnerê Donald Trump daxuyaniya Kurdistanê

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser hisabê xwe yê Twitterê piştgirî da biryara Serokwezîrê Iraqê ya derbarê vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê.
14.03.2018, Çar - 06:00
Ji nûnerê Donald Trump daxuyaniya Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Brett McGurk di peyama xwe de dibêje: "Ez pêşwazî li dubare vekirina balafirxaneyên navneteweyî yên Herêma Kurdistana Iraqê dikim. Rêdana bi geştên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê di encama dîplomasiyeke baş a di heyama çend mehên bihorî de bûye."

McGurk di berdewamiya peyama xwe de dibêje: "Vekirina her du balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê pêngaveke baş e ber bi arasteya seqamgîriyê ve piştî DAIŞê ku ew jî pêwîstî bi hikûmeteke yekgirtî û bihêz a Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de ye."

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duhî biryar da ku qedexeya geştên navneteweyî li ser her du balafirxaneyên Kurdistanê rabe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:49