Ji NY'ê jibo Êzidiyan bangewazî

Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand , piştî derbasbûna 3 salan hê jî jenosîda li dijî Kurdên Êzidî berdewame û pirsgirêkên wan jî nehatine çareserkirin. 3. salvegera kokujiya Şingal'ê de jibo ku ev komkujî wek qirkirin bê qebûlkirin bangewazî hat kirin.
04.08.2017, Cum - 08:36
Ji NY'ê jibo Êzidiyan bangewazî
Nuçe Belav bike

Komîsyona Lêkolînan a Netewên Yekgirtî li Sûriyê Paûlo Sêrgîû ragihand: “Piştî 3 salan hîna cîhanê nekariye encamderên jenosîdê ceza bike.”

Komîsyona NY dibêje: “Tevî wê yekê jî erkê welatan ew e, ku pêwîstiyên êzidiyan dabîn bikin. Lê hîna piraniya pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin. Tawanbar nehatine cezakirin û jenosîd berdewame.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku bi hezaran zilam û kurên Êzidiyan hê jî bê serûşûn in û 3 hezar keç û jinên êzdî jî li Sûriyê tundûtûjî û destdirêjî li ser wan tê kirin.

Dîsa Komîsyonê ragihand ku; operasyona li hember DAÎŞ'ê de lazime hewldan jibo xilaskirina hêsîrên destê DAÎŞ'ê de bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:19