Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirsa peyamêrê K24ê da û ragihand, “Em li bendê ne ku bûdceya sala 2024an were qebûlkirin.”
Berdevkê Pentagonê got: “Em daxwazê ji Kongreyssê dikin ku budceyê pesend bike û dema ku ew hat pesendkirin, emê hûrgiliyên zêdetir gotûbêj bikin.”
Pêştir general generalê berê yê artêşa Amerîkayê Ernest Oderno jî gotibû, divê Washington ewlehiya Herêma Kurdistanê dabîn bike, ji ber wê jî ew ji sedî sed bi şandina sîstemên berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re ye.
General Ernest Oderno got, Herêma Kurdistanê hevpareke mezin a Amerîkayê ye û niha pêwîstiya wan bi sîstema berevaniya asmanî heye, ji ber ku ew di bin gefa Îran û hevpeymanên wê de ye.
Di derbarê şandina sîstemên berevaniya asmanî ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê de, General Ernest Oderno got ku Pentagon dikare bi du awayan sîstemên berevaniya asmanî li Herêma Kurdistanê bicîh bike, rêya yekem perwerdekirina hêzên Pêşmerge ye ji bo bikaranîna sîstemê û rêya duyem jî ew e ku Amerîka bi xwe çavdêriya bikaranîna sîstemê li navçeyê bike.
Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Kongresa Amerîkayê bendek ji bo sererastkirina yasaya Wezareta Berevaniyê ya sala 2024ê zêde kiriye û tê de daxwaz kir ku sîstema berevaniya asmanî ji Hêzên Pêşmerge re were dayîn.