Joe Biden bi Koronayê ket

Serokê Amerîkayê Joe Biden careke din bi vîrûsa Koronayê ket. Koşka Spî jî got, Biden xwe xistiye karantînayê û li malê karê xwe dike.
18.07.2024, Per - 10:00
Joe Biden bi Koronayê ket
Nuçe Belav bike

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden bi vîrusa Koronayê ketiye, hin nîşanên sivik li ser wî hene û vaksîna Covid-19 wergirtiye.

Koşka Spî diyar kir jî, Biden dê li mala xwe ya li Delaware xwe dixe karantînayê, heya dema ku baş dibe û hemû erkên xwe yên serokatiyê pêk tîne.

Da zanîn jî, ji ber pêketina Biden bi Koronayê, gotara wî li Nevada di konferansa bangeşeya bo hilbijartinên serokatiyê de, hat hilweşandin.

Ev cara sêyemîn e Biden di dema serokatiya xwe de bi vîrusê dikeve. Ya yekem di 21ê Îlona 2022an de û ya duyem jî di 30ê Îlona heman salê de bû.

Biden pêştir di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandibû, ew ê ji pêşbirka serokatiyê vekişe, eger testên bijîşkî diyar bikin ku pirsgirêkeke wî ya tenduristî heye.

Piştî debata Biden bi namzedê serokomariyê yê Komarî Donald Trump re, rexneyên tund li Biden hate girtin ku ew ji aliyê tendirustiya laşî û derûnî lawaz e.

Gelek fişar ji aliyê Demokratan ve heye ku Biden xwe ji pêşbirka serokatiyê vekişîne û berbijarekî din ji bo wê postê destnîşan bike. Navê herî berbiçav jî Cîgira wî, Kamala Harris e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:56:08