Joe Biden: Heger Çîn li Tayvanê bixe, em ê bersiva leşkerî bidin

Biden got, ‘Heger Çîn li Tayvanê bixe, em ê li hember derkevin û em ê bersiva leşkerî bidin.
23.05.2022, Pts - 11:34
Joe Biden: Heger Çîn li Tayvanê bixe, em ê bersiva leşkerî bidin
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di serdana xwe ya Tokyoyê de gefên Çînê yên li ser Tayvanê nirxandin. Biden got, ‘Heger Çîn li Tayvanê bixe, em ê li hember derkevin û em ê bersiva leşkerî bidin.

Joe Biden, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nîqaş û gefên Çînê û hegera êrîşkirina wê ya Tayvanê. Biden eşkere kir ku di rewşeke wisa de welatên herêmê dê li dijî vê helwestê derkevin û dê amade bin ku ji bo parastina Tayvanê, hêza xwe bi kar bînin. Joe Biden da zanîn ku tetbîqata Çînê ya hewayî ku nêzîkî Tayvanê hatibû kirin, nîşan dide ku xetere nêzîk e.

Hat ragihandin ku Biden li Tokyoyê, li Koşka Împaratoriyê, ligel Împarator Naruhito civiyaye. Hat zanîn ku hevdîtin bi qasî nîv saetê dewam kiriye. Di daxuyaniya Koşka Spî de jî hat ragihandin ku ev hevdîtin, bi armanca veg

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 573 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:53