Kanada: Li dijî tewanê kuştina Jîna Emînî xwepêşandan birêve çû

duh 19.09.2022yê rewenda Kurdistanî li qada Art Galerî ya li navenda bajarê Vancouver a Kanadayê xwepêşandanekî girseyî li dijî tewanê kuştina Jîna Emînî pêkhat.
20.09.2022, Sal - 08:08
Kanada: Li dijî tewanê kuştina Jîna Emînî xwepêşandan birêve çû
Nuçe Belav bike

Xwepêşanderan Al a Kurdistanê bilind kirin û herwaha wêneyên Jîna (Mehsa) Emînî rakirin û dirûşmên cuda cuda li dijî kuştina Jîna Emînî gotin û êrîş şermezar kirin û daxwaz ji desthilatdarên Îranê kirin rêz li mafên mirov bigrin û mafê kurdan binpê nekin.

Heman demê de xwepêşanderan daxwaz ji welatên rojava û navendên mafê mirov ên navnetewî kirin, dijî wan karên Îranê rawestin û helwêst wergirin.

Hêjayî gotinê ye derveyî kurdên li Kanadayê hejmarekî zêde ya rewenda Îranê jî beşdarî xwepêşandanê bû û li gel kurdan şirîktiya xwepêşandanê kirin û dirûşmên wek ‘’Jin, Jiyan, Azadî..Tu Jîna ya Kurdistanêyî di dilê hemû kurdan de yî’’ hatin avêtin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 668 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:21:50