Keça serokê Emerîka cilê xwe bi Modakarê Şirnexî dide dirûtin

Nûman Atakerê Asûrî ku xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, modakariyê dike, ji bo kesên navdar cilên taybet didûre. Yek ji van kesan jî keça Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump Tîfany Trump e ku bi stranbêjiya xwe tê nasîn. Yek jî taybetmendiya Nûmanê Şirnexî ew e ku di karê xwe de tu carî çermê ajelan bi kar nayne.
07.03.2017, Sal - 17:32
Keça serokê Emerîka cilê xwe bi Modakarê Şirnexî dide dirûtin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkanîya K24 ê : Nûman Atakerê Asûrî ku xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, modakariyê dike, ji bo kesên navdar cilên taybet didûre. Yek ji van kesan jî keça Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump Tîfany Trump e ku bi stranbêjiya xwe tê nasîn. Yek jî taybetmendiya Nûmanê Şirnexî ew e ku di karê xwe de tu carî çermê ajelan bi kar nayne.

Modakar Nûman Ataker ji K24ê re li ser karê xwe axivî û got: “Min ji zaroktiya xwe dest bi vî karî kiriye û digel gelek kesên navdar ên wek stranbêj, hunermend ên cihanî ez xebîtime. Di vê sektorê de gelek kes çermên ajelan bi kar tîne lê ez li dijî vê yekê me û em wek kompanî jî di tu berhemên xwe de çermê ajelan bi kar naynin.

Modakarê ku li Stenbolê di atolyeya xwe de cilên taybet amade dike, di defîleyên li welatên biyanî de cilên ji hev cuda û balkêş pêşkêş dike. Li New Yorkê di defîleyeke navneteweyî de bi hewlên Numan Ataker cara yekem cilên jinên Êzdî hatiye nîşandan.

Modakar Nûman Ataker dibêje: “ Ya rastî, hejmara Êzidiyan li Rojhilata Navîn gelekî kêm bûye; wekî din çanda Êzidiyan jî her ku diçe tê ji bîrkirin. Ji bo ev çand neyê jibîrkirin, me defîleyek li ser cilên Êzidiyan amade kir. 6 meh em li ser vê defîleyê xebitîn. Bi rastî der barê Êzdiyan de zêde agahiya me jî tune bû. Li dawiyê me lêkolîn kir û temayên nêzîkî çanda Êzdiyan li ser van cilan me nîşan da.”

Hin sembolên taybet ên ku di çanda Êzidiyan de ciheke taybet digirin li ser cilan hatiye naqişkirin û bi rêya defîleyê jî bo cîhanê hatiye nîşandan.

Modakar Nûman Ataker got jî: “Semboleke girîng jî deqên li ser rûyên jinên Êzdî bûn ku me ew jî li ser cil û rûyên modelan nîşan dan. Li gor texmîna min ji ber sedemên aboriyê jî di jiyana rojane de zêdetir cilên sade bi kar tînin ji ber vê yekê di dema sêwîrina van cil û bergan de me hinek zehmetî kişand.”

Di defîleya Atakerî ya li Nêw Yorkê de di nav temaşevanan de jina berê ya Serokê Amerîkayê, Marla Maples û ciwana cihanê ya Amerîkayî Olîvîa Culpo jî hebû.

Modakarê navdar ê Şirnexî dibêje, eger daxwazek bê kirin ew dixwaze di rojên pêş de li Kurdistanê jî defîleyeke navneteweyî li dar bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:16