Kongreya Amerîkayê çend komên Heşda Şeibî dixe nava 'Lîsta Terorê'

Di malpera fermî ya Kongresa Amerîkayê de hatiye ragihandin, ku kongres bi niyete projeyasayekî derbarê çend grûbên Heşda Şeibî de gotûbêj bike û wan bixe nava Lîsteya Terorê û herwiha cezayan bi ser wan de bisepîne.
03.12.2017, Paz - 12:37
Kongreya Amerîkayê çend komên Heşda Şeibî dixe nava 'Lîsta Terorê'
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw\'ê de cih digire û li gorî daxuyaniyê, grûbên weke Esaîbê Ehlê Heq, Tevgera Nûceba û Yekîneyên Hizbûllahê yên di bin sîwana Heşda Şeibî de, di nava vê lîsteyê de ne.

Kongresman Trent Franks û Brad Sherman ev projeyasaya pêşkeşî Desteya Serokatiya Kongresa Amerîkayê kirine. Biryare ev projeyasa di rûniştinên destpêka sala 2018\'ê de werin gotûbêjkirin.

Beriya niha Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihandibû, ku navê Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû mehdî Mihendis ji sala 2009\'ê ve ketiye nava Lîsteya Terorê ya Amerîkayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1070 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:59:29