Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin

Li bajarê Indianapolîs a girêdayî eyaleta Indiana ya Amerîkayê, di navendeke danûstandinê (firoşgeh)de êrîşeke çekdarî pêk hat di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û êrîşkar jî, ji aliyê kesekî çekdar yê di wê navendê de hate kuştin.
18.07.2022, Pts - 09:16
Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Indianapolîs a girêdayî eyaleta Indiana ya Amerîkayê, di navendeke danûstandinê (firoşgeh)de êrîşeke çekdarî pêk hat di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û êrîşkar jî, ji aliyê kesekî çekdar yê di wê navendê de hate kuştin.

Li navenda firoşgeha li parka Greenwood ya Indîanapolîsê de êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê, di êrîşê de êrîşkar jî di navde 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar.

Hat zanîn êrîşkar ji aliyê kesekî xwedî çek ê li wê firoşgehê de hat kuştin.

Herwaha hat ragehandin hejmareke zêde jarjorên tije fîşek li ser êrîşkar derketine.

Derbarê bûyerê de lêkolînên polîs berdewam dikin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:05