Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin, 14 kes birîndar bûn

Li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê li mekanekî keyf û şahiyê êrîşeke çekdarî pêkhat û herî kêm 3 kesan di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, 14 kesên din jî birîndar bûn.
06.06.2022, Pts - 10:29
Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li bajarê Chattanooga ya ser bi eyaleta Tennessee ya Amerîkayê li pêş mekanekî keyf û şahiyê êrîşeke çekdarî pêkhat. Hat ragehandin piştî êrîşê gelek tîmên polîs û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê û li gor daxuyaniya rayedaran di wê êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê polîsê Chattanooga Celeste Murphy ragehand, di bûyerê de 2 kesan bi guleyan jiyana xwe ji dest daye, lê kesek jî dema ku reviyaye wesayîtekî li wî daye û jiyana xwe ji dest daye.

Herwaha diyar kir, em nizanin êrîş ji ber çi pêkhatiye. Lê em naha dixwazin bûyer ji aliyê kî û ji bo çi hatiye pêkanîn em naha dixwazin wê destnîşan bikin. Herwaha em sersaxiyê ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:31