Li hemberî John Bolton plana kuştinê

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand, sîxûrekî Îranê bi plankirina kuştina John Bolton ê ku di rêveberiya Serokê berê Donald Trump de şêwirmendê ewlekariya neteweyî bû, hatiye tawanbar kirin.
11.08.2022, Per - 05:01
Li hemberî John Bolton plana kuştinê
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Supaya Pasdaran ji bo tolhildana kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî, hewl daye John Bolton teror bikin.

Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî di 3yê Çileya 2020an de li Balafirgeha Bexdayê ligel kesayetê duyem ê Heşda Şe'bî Ebû Mehdî Muhendis, ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve otomobîla wan hat bombebarankirin û hatin kuştin.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaza derkirina hêzên Amerîkayê ji navçeyê, kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 499 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:28