Li Washingtonê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dicive.

Biryare îro li Washingtonê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bicive. Di civînê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şanda Iraqê de cîh digre.
22.03.2017, Çar - 09:25
Li Washingtonê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dicive.
Nuçe Belav bike

Biryare îro li Washingtonê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bicive. Di civînê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şanda Iraqê de cîh digre.

Îro çarşemê 22-03-2017 hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ya di bin pêşengiya Amerîkayê de dê li Washingtonê kombûnekê bike.

Di civînê de hemû endamên hevpeymaniyê amade dibin. Herwiha NATO jî dê beşdarî civînê bibe.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê di Kanûna sala 2014ê de hate avakirin û ji 68 welatan pêk tê.

Biryare di civîna îro de ligel mijarên leşkerî û aborî, rewşa herêmên ji DAIŞê hatine rizgarkirin jî dê bên gotûbêjkirin.

Civîna herî dawî ya wezîrên derve yê welatên hevpeymanan di Tîrmeha sala 2016ê de li Washingtonê hatibû sazkirin.

Civîna herî dawî ya aktorên siyasî ya hevpeymaniyê jî di 17ê Mijdara 2017ê li Berlînê hatibû lidarxistin.

Di civîna hevpeymaniya navdelwtî de di bin serokatiya Serokwezîr Heyder Ebadî de şandekî Iraqê jî amade dibe. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî weke nûnerê Herêma Kurdistanê di nav şanda Iraqê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1574 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:39:09