Mark Esper berî hilcivîna NATO Tirkîyê hişyar dike
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper berî Hilcivîna NATO, ku îro Sêşemê destpê dike, Tirkîye hişyar kir.
03.12.2019, Sal - 05:39
Esper da zanîn ku divê Tirkîyê rê li ber plana NATO ya bo berevanîya Polonya û welatên Baltik negire.
Medya navneteweyî radigihîne ku ger Tirkîye bo planên xwe yê li Sûrîyê ji NATO piştgrîyê nestîne dê rê li ber planên wê yên bo Polonya û welatên Baltik bigire.
Esper dîyar kir ku gotinên Tirkîyê yên ser gefên dijî wê ji alîyê dewletên din yên NATO ve nayê qebûl kirin û da zanîn ku ewê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorî’’ nebînin.
‘’Herkes naxwaze ku li gor rojeva Tirkîyê tevbigere. Herkes gefan wek ku Tirkîye dibîne nabîne’’ Esper got.
Peywendîya Washington û Enqerê ew demek e jiber kirîna sîstema S-400 ji Rûsya ketiye alozîyê.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:53:42