McGurk: Biryara biçekkirina YPGê, rastetast ji Trumpî hat

Nûnerê Serokê DYAyê bo têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurkî diyar kir ku biryara biçekkirina YPGê, rasterast serokê DYAyê Donald Trumpî daye.
20.05.2017, Cts - 07:14
McGurk: Biryara biçekkirina YPGê, rastetast ji Trumpî hat
Nuçe Belav bike

Piştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdoganî serdana DYAyê kir, Tirkiyeyê xwestibû ku DYA Brett McGurkî biguherîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî derbarê vê mijarê de wiha gotibû: "Brett McGurk di serdema Barak Obamayî de nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê bû û hîn jî vê peywirê didomîne. McGurk biguhere dê baş bibe. McGurk rasterast piştgiriyê dide PKK û YPGê."

Hêjayî gotinê ye ku piştî vê daxwaza Çavuşogluyî, rayedarên DYAyê ragihandibû ku operasyona Reqayê dê bi YPGê re bi rê ve bibin û pişta McGurkî girtibû.

McGurk li Washingtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku talîmata dana çekên giranê bo YPGê, rasterast ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trumpî bi xwe daye. Herwiha McGurckî destnîşan kir ku dana çekên giran, di nav biryara serokê berê yê DYAyê Barack Obama de tine bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1757 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:29