McGurk: 'Operasyona Efrînê' dê can bide DAIŞa ku ber têkçûnê ye

Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê taybet bi têkoşîna dijî DAIŞê Brettt McGurk derbarê operasyona dijî bajarê Efrînê de got, “Xeteriya wê ya candana DAIŞa ku ber têkçûnê ye heye.”
25.01.2018, Per - 07:42
McGurk: 'Operasyona Efrînê' dê can bide DAIŞa ku ber têkçûnê ye
Nuçe Belav bike

McGurk piştî axaftina Trump û Erdogan a bi rêya telefonê û nerazîbûna Amerîkayê ya li dijî operasyona Efrînê li ser tora civakî Twitterxê nirxandinek kir.

McGurk wiha nivîsî: "Êdî Amerîka tenê bala xwe dide ser kêmkirina aloziyê. Em amade ne li ser metirsiyên rewa yên ewlekariya Tirkiyê bi hev re bixebitin. Lê belê operasyona berdewam, xeteriyên candana DAIŞa ku ber têkçûnê ye di xwe de dihewîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1831 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:25