Naveroka nameya Amerîka ku Serok Barzanî re şandiye!

Wezîrê Karênderve ya Amerîkî Rex Tillerson ji bo razîkirina kurdan bi şandina nameyekî pêşniyarek pêşkeşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû, lê li gel wî nameyê jî nekarîn pêşiya encamdana referandûmê bigirin.
14.10.2017, Cts - 13:01
Naveroka nameya Amerîka ku Serok Barzanî re şandiye!
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyara dawîn a Amerîka, Brîtanya û Iraqê ya derbarê paşxistina referandûma 25ê Îlonê de qebûl nekir.

Hat ragihandin ku Rex Tillerson roja 23ê Îlonê ew name ji Barzanî re şandiye û pêşniyar dike, bi piştgiriya Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY), di nava salekê de di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de, ji bo çareserkirina pirgirêkên girîng gotûbêj werin kirin.

TILLERSON JI MESELA PETROLÊ HETA NÛNERTIYÊN DÎPLOMATÎK GELEK PÊŞNIYAR KIRIN

Di pêşniyarên Tillerson de, pêgeha hêzên pêşmerge, rrêkeftina taybetî ya derbarê geştên esmanî yên sivîl ên Herêma Kurdistanê, parvekirina dahata nîştîmanî ya petrolê, rewşa bajarê Kerkûkê û navçeyên nakok û herwiha nûneratiya dîplomatîk a dîplomatên Barzanî ya li paytextên derve, di nava vê pêşniyarê de cîh digirtin.

TILLERSON: GER DANÛSTANDINÊN BEXDAYÊ NEGIHÎJIN ENCAMÊ PÊWÎSTE EM REFERANDÛMÊ NAS BIKIN

Lê ji ya hemûyan jî giringtir, di nameya xwe de Rex Tillerson dibêje, \"Eger ji ber baweriya xirab a Bexdayê danûstandin negihiştine encamê, wê demê em amade ne pêwîstiya giştpirsiyê nas bikin.\"

Li gor Bloombergê, trajediya vê xelekê ew e, ku Barzanî û berpirsên din ên kurd hemûyan jî soz dane, ku referandûm nayê wateya ragihandina serxwebûnê. Lewra bang li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirine da ku dest bi danûstandinan bike.

BLOOMBERG: PÊŞMERGE Û HÊZÊN IRAQÊ LI KERKÛKÊ BI AWAYEKÎ METIRSÎDAR NÊZÎ HEV BÛNE

Li gorî raporê êdî kar li ser vê pêşniyarê nayê kirin, ji ber ku di 24 demjimêrên dawîn de pêşmergeyên kurd û mîlîsên iraqî bi tevî Artêşa Iraqê li Kerkûkê bi awayekî pir bi metirsîdar nêzîkî hev bûne. Kerkûk bajarekî bi petrolê dewlemend e û dîktatorê berî yê Iraqê Saddam Husên Kurd ji bajêr derxistine. Di sala 2014ê de, piştî ku Artêşa iraqê li hember êrîşa DAIŞê şikest, Kerkûk kete destê pêşmerge. Di van rojên dawîn de Barzanî hêzeke zêde şandiye navçeyê.

naveroka nameyê:

Birêz Serok Barzanî..

Ez vê nameyê bi navê Amerîkayê ji bo derbirîna rêzên xwe yên kûr ên li hember cenabê te û gelê Kurdistana Iraqê dinivîsim. Ev bi dehan sal e peywendiyên me yên bi hêz hebûne û em dixwazin ev peywendiya me bi dehan salênd in jî berdewam bike, ji bo vê em bi biryar in.

Di heyama 3 salên derbasbûyî de karên me yên bi hevre û bi taybetî jî biryarên cenabê te yên bi wêrekî ji bo hevkariya temam a li gel hêzên ewlekariya Iraqê, pêşveçûna tekoşîna li dijî DAIŞê guhert. Em li hember qurqaniyên pêşmerge rêzê digrin û ti caran jî wan ji bîr nakin.

Di vê demê de, mijara giştprisiya 25ê Îlonê ya li ser diyarkirina paşeroja Herêma Kurdistanê li pêşiya me ye. Me nîgeraniya xwe aniye ziman. Sedemê vê nigeriniyê ew e, ku şerê DAIŞê berdewam dike û operasyona Hewîceyê li pêş me ye. Herwiha rewşa ne diyar a herêmê û berqerarkirina navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û misogerkirina nevegera DAIŞê. Ji lewra, ji bo gihiştina armanca we û ji bo garantîkirina aştî û aramiya herêmê ya piştî şerê DAIŞê, em ji we daxwaz dikin, ku vê alternatîfê qebûl bikin.

Ev pêşniyara alternatîfê, çarçoveyeke ji bo danûstandinên lezkirî yên li gel hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Serokwezîr Ebadî de. Di çarçoveya van danûstandinên lezgîn de hemû tişt vekirî be û bi tevê egera guhertinan, ji salekê zêdetir dirêj nebe. Armanc ew e, ku pirsên sereke yên di navbera Bexda û Hewlêrê de werin çareserkirina û peywendiyên herdu aliyan di paşerojê de were diyarkirin. Di heman demê de emê hewl bidin pêwîstiyên we yên lezgîn ên ewlekariya aborî jî binirxînin.

Birêz Serok, em nîgeraniyên we yên 10 salên dawî û herwiha ji sala 1921ê de, xeletiyên dîrokî yên ku gelê kurd li Iraqê rû bi rû bûne fêm dikin. Em pêwîstiya peydakirina rêyekê dibînin ji bo bikarin bersiva pêwîstî û daxwaziyên hemû rêgez, ol û pêkhateyên etnîkî yên li ser vê axa dêrîn dijîn, bidin. Ev yek ji bo ewlekariya we û seqamgiriya herêmê pir giring e. Ji ber van sedeman tevan, siyaseta Amerîkayê di serdema rêveberiya Trump de ew e, ku hemû karên me ji bo alîkariya we û hikûmeta navendî be da ku hemû pirsgirêkên giring werin çareserkirin. Em we piştrast dikin, ku hemû hêz û giraniya me dê li pişta vê çarçoveya nû be ji bo danûstandinan.

Ji vê jî zêdetir, em amade ne karhêsanî bikin da ku demildest Civata Ewlekariya Navdewletî zêdetir piştgiriyê bide vê proseyê. Herwiha em amade ne karhêsaniyê bikin da ku piştgiriya temamî ya rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hevbeşên me yên giring ên weke Brîtanya û Fransayê bidest bixin. Ev yek derfeteke mezin e, ku em ji cenabê we dixwazinw eke alternatîfekê ji bo giştpirsiya plankirî qebûl bikin. Em bawer dikin, ku dê encamên metirsîdar ên vê giştpirsiyê hebin û herwiha dikare armancên me ber bi dawiyê ve bibe.

Dema dîroka gelê kurd li ber çav tê girtin, em dibînin ku ev pêşniyar weke şansekî dawiyê ye. Lê bi taybetî jî piştî serkeftina we ya dîrokî ya li hember DAIŞê, herwiha piştî hevkariya bê wêne ya di navbera hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê de û piştgiriya bi hêz a navdewletî, em bawer dikin, ku divê ev şans were bikaranîn. Bêguman di dawiya vê pêvajoyê de eger danûstandin gihiştine encamekê qebûlkirî yê hevbeş an jî eger ji ber niyeta ne baş a Bexdayê serneket, emê pêwîstiya we ji bo referandûmê nas bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:58