Netewên Yekgirtî ji bo Efrînê sibê dicive

Encûmena Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Fransa derbarê êrişa Artêşa Tirkiyê ya bo ser Efrînê de sibê Duşemiyê dicive.
21.01.2018, Paz - 19:53
Netewên Yekgirtî ji bo Efrînê sibê dicive
Nuçe Belav bike

Piştî ku duh Şemiyê 20ê Çileya 2018an êrişa xwe ya bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, îro Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bertek nîşan da û ragihand, Fransa ji xirabtirbûna rewşa li Sûriyê dilgiraniyeke mezin heye.

Wezîrê Derve yê Fransayê ku ji bo beşdarîkirina di civîna wezîrên derve yên welatên rojavayê Deryaya Spî de li Elcezayirê bû, di konfransekr rojnamevanî de got, bi armanca gotûbêjkirina rewşa mirovî ya li Sûriyê, Fransa bang li Encûmena Asayişa Navdewletî dike, ku civîneke bilez saz bike.

Herwiha îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Bexdayê di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş a li gel Wezîrê Derve yê Iraqê de li ser helwesta Fransa ya derbarê operasyona Efrînê de axivî û got, “Fransa yan her dewleteke din eger vê mjijarê bibin Netewên Yekgirtî, dê bikevine asta welatên alîgirê terorê.

Çavuşoglu herwiha diyar kir, ew îhtimala wê yekê nadin ku mijara operasyona Artêşa Tirkiyê ya bo ser Efrînê derbasî Netewên Yekgirtî bibe û tekez kir, daxuyaniyên ku ji Fransa digihin wan, wê yekê nîşan dide.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin, ku gef û metirsî li ser sînorê wan heye û diyar kir, “heta ku ew gef li ser sînorê wan hebe, ew operasyona xwe nasekinînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:50