Pat Ryder: Em êrîşên komên çekdar li ser hêzên Amerîkayê qebûl nakin

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, êrişên grûpên çekdar li ser hêzên Amerîkayê nayên qebûlkirin û di dema guncayî de bersiv didin.
28.08.2024, Çar - 10:21
Pat Ryder: Em êrîşên komên çekdar li ser hêzên Amerîkayê qebûl nakin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, êrişên grûpên çekdar li ser hêzên Amerîkayê nayên qebûlkirin û di dema guncayî de bersiv didin.

Peyvdarê Pentagonê Pat Ryder ji ajansa K24ê re got: “Em bi cidî gefa êrişên grûpên çekdar ên li Iraq û Sûriyeyê li ser hêzên me û Îsraîlê digirin.”

Ryder got: “Grûpên ku Îran piştgirîya wan dike, li Iraq û Sûriyeyê hewl didin ku êrîşên mûşekî li ser Îsraîlê bikin, ku piraniya wan bi ser neketin. Van koman jî ji bo piştgirîkirina erkê têkbirina DAIŞ’ê, êrîşî hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê kirin.”

Peyvdarê Pentagonê got: “Ez nikarim pêşbîniyê bikim ku em ê di pêşerojê de çi bikin, lê em vê gefê cidî digirin û em ê di piştgiriya berevaniya Îsraîlê de berdewam bin.”

Herwiha got: “Em giraniyê didin ser parastina hêzên xwe û em ti êrîşan li dijî hêzên xwe qebûl nakin, eger gef û êrîş li me bê kirin, em ê di dema guncayî de û bi awayê xwe bersivê bidin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:22