QSD: Amerîka li Rojava alternatîfa Baregeha Încîrlîk'ê avadike

Berdevkê Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Telal Silo di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka piştî şerê Reqqayê jî dê li Sûriyeyê bimînê û dê baregeheke alternatîfa Încîrlîkê li Rojava ava bike.
18.08.2017, Cum - 08:06
QSD: Amerîka li Rojava alternatîfa Baregeha Încîrlîk'ê avadike
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî de hatiye weşandin, Berdevkê QSDê Telal Silo di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de got: "Amerîka stratejiyeke siyasî ya deh salane dimeşîne. Wê di navbera rêvebiriya Rojava û Amerîkayê de peymanên ekonomîk, siyasî û leşkerî werin kirin. Amerîka wê demeke dirêj li Rojava bimîne."

Telal Silo di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Piştî berterefkirina rêxistina terorîst a DAIŞê, ji bo berjewendiyên stratejîk ên herêmî dê Amerîka li herêmê bimîne. Amerîka niha dixwaz li Rojava baregeheke ku alternatîfa Încîrlîkê be ava bike. Ne ji bo ku me tenê bihêlin vê alîkariyê dikin. Amerîka bêsebeb van alîkariyan nake."

sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:48:19