Raporteke Pentagonê rewşa DAIŞ û milîşyayan û vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê berçav dike

Raporteke Nivîsîngeha Pişkinînê ya Giştî ya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) zanyar li ser kurtiya operasyonan û rûdanên ewlehî û serbazî yên girêdayî DAIŞ û komên milîşyayan li Îraqê eşkere dike, herwesa amajeyê dide ku “Hejmara endamên DAIŞê kêm bûye.”
20.08.2024, Sal - 17:37
Raporteke Pentagonê rewşa DAIŞ û milîşyayan û vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê berçav dike
Nuçe Belav bike

Li dû ragehandina raporta Nivîsîngeha Pişkinînê ya Giştî ya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê, ku berî çend rojan derkeftiye û çavdêriya çalakiyên çaryeka yekê ya îsal dike, hejmara endamên DAIŞê kêm bûye, lê bizav kiriye di îsal de êrîşên xwe du caran hindî êrîşên sala 2023ê bike.

Herwesa di wê raporta Nivîsîngeha Pişkinînê ya Giştî ya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de amaje hatiye dan ku, komên milîşyayan bi awayekî demkî êrîşên xwe li dijî hêz û dezgehên Amerîka û Hevpeymanan li Îraqê rawestandine.

Wê raportê eşkere jî kiriye, “Şandên nûnerîtiya Amerîka û Îraqê li ser danûstandinên navbera xwe berdewam in ka çawa û kengî hêzên Amerîkayê li Îraqê pêngavan ji bo lihevkirina ewlehiyê ya dualî biavêjin.”

Wê raportê herwesa ragehandiye, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê hin aliyan ve rûbirûyî givaştinên navxweyî bûye, li ser piştrastbûnê ji bo rêkxistina peywendiyên ewlehî û serbazî yên navbera Îraq û Amerîkayê, ji aliyê wan ve divê derkeftina hêzên Amerîkayî ji Îraqê vebigire.”

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:57