Riyan Dillon: Divê ji bo civînê em peywendiyê li gel pêşmerge deynin

Berdevkê Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon diyar kir ku ew çavdêriya di navbera hevdîtinên hêzên Iraqî û Pêşmerge de dikin û ji bo şerê li dijî DAIŞê jî got, "Niha 96 ji axa di bin destê DAIŞê de hatiye kontrolkirin."
11.11.2017, Cts - 13:47
Riyan Dillon: Divê ji bo civînê em peywendiyê li gel pêşmerge deynin
Nuçe Belav bike

Tê payîn ku di 15'ê Mijdarê de civîna Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li Urdinê were lidarxistin lê heta niha diyar nebûye ku Hêzên Pêşmerge dê beşdar bibe an na.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Berdevkê Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê Ryan Dillon bal kişand ser vê civînê û got, "Divê em peywendiyê li gel Pêşmerge deynin, da ku behsa beşdarbûna wan a wê civînê bikin."

Berdevkê hevpeymanê diyar kir ku ev 3 sal in ew li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer dikin û got, "Wekî hevpeymanê em dikarin nêzikî 96 ji sedê axa bi navê xîlafeta DAIŞ'ê kontrol bikin û nêzikî 6 milyon û 900 hezar Iraqî û Sûriyeyiyan azad bikin."

Dillon li ser hevdîtina di navbera hêzên Iraq û Pêşmerge de jî ev tişt anîn ziman, "Em çavdêrî û hewl didin ji bo guftûgoyên navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge de, ku bila rêya nearamiyê were girtin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1695 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:44